Kazandıran Nisan Kampanyası
Menü
Hesabım
Sepetim

Gazinda Xencera Min

Üretici Liste Fiyat
130,00
88,40
Yorum Yap
Listeye Ekle
Genellikle 9-10 gün içinde temin edilir.
Öne Çıkan Bilgiler

Hemû çîrokên Celadet Alî Bedirxan di kitêbekê de kom bûn

Hemû çîrokên Celadet Alî Bedirxan di kitêba bi navê *Gazinda Xencera Min* de kom bûn û di nav weşanên Avesta de çap bûn.

Gazinda Xencera Min ji berhemên edebî ên di tarza çîrokê de pêk tê. Di kitêbê 5 beş hene. Di beşa yekem *Destpêk*ê de yekem berhema edebî ya Celadet Alî Bedirxan Bobi’nin Hatası ku bi osmanî nivîsîbû û di sala 1917an de li Stembolê çap bûye ji aliyê Osman Özçelik ve bo kurdî hate wergerandin. Çîrokeke di stîla çîrokên klasîk ê ewropî de ye. Me nexwest xwendevanê ku tirkî nizanin ji serpêhatiya Nahîde xanim û segê wê Bobî mehrûm bimînin.

Beşa duduyan ji 7 çîrokan pêk tê ku tev de ji Hawar û Ronahî hatine wergirtin. Di beşa sisêyan de *çîrokên tar

Gazinda Xencera Min Hakkında Bilgiler
Yayınevi : Avesta Yayınları
Yazar : Celadet Ali Bedirxan
Barkod : 9786055279806
Boyut : 13x20
Sayfa Sayısı : 176
Cilt Tipi : Ciltsiz
Kağıt Cinsi : 2. Hamur
Basım Yılı : 2014
Cep Boy : Hayır

Tükendi

Gelince Haber Ver

Hemû çîrokên Celadet Alî Bedirxan di kitêbekê de kom bûn

Hemû çîrokên Celadet Alî Bedirxan di kitêba bi navê *Gazinda Xencera Min* de kom bûn û di nav weşanên Avesta de çap bûn.

Gazinda Xencera Min ji berhemên edebî ên di tarza çîrokê de pêk tê. Di kitêbê 5 beş hene. Di beşa yekem *Destpêk*ê de yekem berhema edebî ya Celadet Alî Bedirxan Bobi’nin Hatası ku bi osmanî nivîsîbû û di sala 1917an de li Stembolê çap bûye ji aliyê Osman Özçelik ve bo kurdî hate wergerandin. Çîrokeke di stîla çîrokên klasîk ê ewropî de ye. Me nexwest xwendevanê ku tirkî nizanin ji serpêhatiya Nahîde xanim û segê wê Bobî mehrûm bimînin.

Beşa duduyan ji 7 çîrokan pêk tê ku tev de ji Hawar û Ronahî hatine wergirtin. Di beşa sisêyan de *çîrokên tarîxî* cih digrin ku bêhtir bi navê Bişarê Segman hatine nivîsandin û di Ronahî de çap bûne. Di beşa çaran de du çîrokê mistîk ê kevn hene. Beşa pêncan jî me ji bo çîrokên ku ji zimanên din hatine wergerandin veqetand. Di vê beşê de tev de 4 çîrokên Guy de Maupassant, Şerlok Holmes, S. A. Moreskwî û çîrokeke klasîk a anonîm ji edebiyata denîmarkî hene.

Me bi tu awayî dest nedaye ziman û îmlaya çîrokan, ji xeynî hin peyvên ku pir eşkere ye ku xeletiya çapê ne, me xwest bi her awayî orijînalîteya wan biparêzin. Tenê hin peyvên ku bi du awayan hatine nivîsandin, me yek jê hilbijart: melike / melîke, sîng / sing... Li dawiya berhemê navê ku di orijînal de eger hebe cih û tarîx jî hatiye parastin. Pişt re çavkanî, navê kovarê, hejmar û tarîxa wê ya weşanê hatine nivîsandin. Tasnîfkirin li gor naverok û stîla çîrokan hatiye çêkirin. Di rêzkirina çîrokan de me bêhtir tarîxa nivîsandina berheman li ber çav girt, metoda kronolojîk me tercîh kir.

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.