Kazandıran Nisan Kampanyası
Menü
Hesabım
Sepetim

Nameyek ji Xwede re

Üretici Liste Fiyat
170,00
115,60
Yorum Yap
Listeye Ekle
1 Adet Stokta
Öne Çıkan Bilgiler

Romana nu ya Ciwanmerd Kulek "Defteren Perridankan" di nav weşanen Avesta de derket.

"Hemu çuken ji vir radibin bi baskeki ne. Teqwima me ü siyasetmedaran çucar hevdü nagire. Dema ku em ji xwe re çiroken Decamerone dibejin ew li çolan beqan dixesinin. Dixwest edi di zemane xwe re biçe. Zemane nujeni u tenetiye. Bi eşqe dihat nivisandin, le bi aşiqe re dihat afirandin. Çinku her tişt li ciye ku diqediya dest pe dikir, li ciye ku dest pe dikir diqediya. Bi herseke mezin, beyi ku karibim sere xwe ji ser rakim, roj bi roj betir diniqumim nav vi kare bedawi. Min fahm dikir ku nivisina kitebeke mina avakirina Kurdistaneke ye."

"Deftera Perridankan" romaneke ku tişten rojane nişan dide le tu caran bi iro ve ne giredayi ye. Hineki ta

Nameyek ji Xwede re Hakkında Bilgiler
Yayınevi : Avesta Yayınları
Yazar : Ciwanmerd Kulek
Barkod : 3990000033851
Boyut : 19x21
Sayfa Sayısı : 272
Cilt Tipi : Ciltsiz
Kağıt Cinsi : 2. Hamur
Basım Yılı : 2015
Cep Boy : Hayır

Tükendi

Gelince Haber Ver

“Deh sal berê dema min dest pê kir bi Kurdî binivîsim, pêşî nivîsîna vê kitêbê hebû di hişê min de. Lê hişê min têra xwe tevlihev bû, zimanekî min î xurt û tekûz tune bû ku hemû tiştên ku min didîtin li nava wî hişî rast bike. Ji bilî rojnivîskên ku min her roj dinivîsîn, duyemîn tişta ku min bi Kurdî dinivîsî nameyin bûn ku min di wan de Kurdiya xwe û aşopa xwe ya bi vî zimanî diceriband û meşq dikir. Li aliyekî min gelek tiştên ku li hemanan bûn ji bîra min biçin, gelek tiştên ku diviya fêr bibim û li wan bibanim, hiş û aqlê xwe bi wan bitahmînim, arava wan di dilê xwe bidim, li aliyekî jî gelek tiştên ku ez derxim, dahênim, pêk bînim, biafirînim. Diviya ez û ziman bi hawara hev de bihatana. Çunkî ji min werê bû ku ihtiyaca min bi wî, a wî jî bi min hebû. Nameyên ku min bi wan re dem dikişand, dawiyê veguherîn şêwaza yekane a kitêba ku min dixwest binivîsim. Vêga, heşt sal şûn de, gava vegeriyam min cardin devê vê kitêba yekem vekir, min tiştek pir eşkere dît: Şiyanê têra viyanê nekiribû! Heçku min qet neşiyabû tiştên ku hizirîbûm bikim, tiştên ku min kiribûn jî dûr ketibûn ji tiştên ku min xwestibû bikim. Kêşe ne nihênî bû, ya rast: Dema ez kor bûm û ziman kulek, çiqas mumkin bû ku min bizaniya ku dixwazim çi çawa bikim û zimanê min rêber û piştevanekî bikêrhatî bû ji bo vê yekê?”

Ciwanmerd Kulek heşt sal şûn de devê kitêba xwe ya yekem cardin vekir û çi bigire hevok bi hevok ji nû ve nivîsî. Nivîskar di evê xebata ku gelek amajeyan vedihewîne ji serpêhatiya me ya ziman û afirandinê de qatekî din davêje ser pirhêliya kitêbê û nameyeke din jî lê zêde dike: Nameyek Ji Xwendevan Re.

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.