Bejar u ideoloji du tegih in ku ji hev cihe naye fikirandin u sewirandin. Bejar di bilevkirin, aninziman, danzanin u raguhastina ideolojiyan de bi roleke taybet radibe. Yani bejar, di jiyana rojana u di berhenandin u hilberandina ideolojiyan de ku gelek caran bi awayeki ditir u ji nu ve pek ten, pir zede karteker in. Her wiha, beja:; awa u şeweye bikaranina zimen e. Le bele, bejar bi tene bi zimen ne bisinorkiri ye. Ji ber ku bejar, bi tevayi hemu tekiliyen beranberi di xwe de dihewine.
Dilawer Zeraq
Tükendi
Gelince Haber VerBêjara Neteweparêz Di Kovara Hawarê De, wekî tezeke masterê hatiye amadekirin û derpêşkirin. Helbet, çendî ku wekî xebat û berhemeke kesîdeyî afirîbe jî, ji gelek alîyan ve hewceyî xwendina giştî ye. Loma jî nirxandin û dahûrandinên di vê pirtûkê de hatî kirin, di biwara bêjarê (discoursê) de, bibe rêyeke ji gelek rêyan a dahûrandina di vî warî de ku her hewl hatiye dayîn ku sedem û bingehên hebûna Kurdan were pêdandin û peyitandin.
Di vê xebatê de, pêşî ji bo danîna bingeha tezê, hewl hatiye dayîn ku; bi kurtasî têkilîya têgihên modernî, netewe û neteweparêzîyê bê dîyarkirin. Di ser vê bingehê re, pêşî lêkolîn li ser sedema afirîna neteweyan hatiye kirin da ku sedem û qonaxên netewebûnê ku di ser gelên etnîkî re û di ser afirandina neteweyan re pêk tê, bê aşkerakirin.
Her wiha, ji bo çêtir têgihaştina mijarê, wekî gelekî etnîk, lêkolîn li ser neteweya Kurd hatiye kirin û wekî destpêk ramana neteweparêzîya Kurd hatiye gengeşekirin. Û digel van yekan jî, bal li ser jêderkên etnîkî û ramana neteweparêzîya Kurd hatiye kişandin.