Seydaye Cegerxwin di helbesta Kurmanci de ekolek e. Wi hemi ezmün û ceribandinen beri xwe tek bir û di helbeste de qonaxeke nil da destpekirin. Betir ji helbest ji qata jorin ango ji qesr û serayan derxist û ani li meydane li nava gel raxist. Helbesta Kurdi bi wi kafi dakeve nav gel û hemil qaten mileti. Wi naveroka helbeste ji nû ve saz kir û reng û dirilveki din daye. Kiraseki nû je re fesiland. Bi wi awayi hemû bereyen gel bi eş, azar, xem û kulen xwe cî girtin, bi vi awayi deriye helbeste ji civake re vekir. Di der bare ve angaşte de Ehmed Huseyni wiha dibeje: "Helbesta Kurdi di destpeka xwe de, yani ji Eli Heriri, Melaye Cizîrî, Feqiye Teyran Eh
Tükendi
Gelince Haber VerCegerxwîn im siyahçerd im, di kunca xelwet im ya Reb”
Di mêjûya wêjeya Kurdî de, Seydayê nemir Cegerxwînê Hesarî cihekî taybet û nêvnas digire û her dem wekî helbestkarê gel ê hem klasîk hem nûjenxwaz deng daye û cihê xwe di dil û hişê gelê xwe xweş kiriye.
Di vê veçapa nû ya berhemên helbestî yên Seyda Cegerxwîn de, Weşanxaneya Lîsê ya ku ji sala 2004`an ve barê weşandina şahberhemên Kurdîyê avêtiye ser milên xwe, xwestiye ji nû ve li dîwanên Seyda vegere û bi hûrbînî û şarezayî çapeke hêja ya sererastkirî raberî hezkerên helbesta Kurdî bike.
Ev çapa li ber destên we berhema kedeke dûrûdirêj a pisporane ye. Armanca sereke ya vê veçapkirinê ew e ku dîwanên Seyda Cegerxwîn bi rengekî nûjen û xweşamadekirî werin raberkirin.
Çapa Lîsê ji du bergên mezin ên bedew û dilrevîn pêk tê ku qutîyeke rengîn wan hembêz dike. Cilda yekê bi serenavê “Ronahî Li Pey Tarî ye” û cilda duyem bi serenavê “Ji Min Dil Bir Bi Carek” e.
Lîsa ku her dem xwedî li pêşeng û nûjenxwazên wêjeya Kurmancî/Kurdî derketiye û xwe berdaya rêça dirêj a bipêşvebirina wêje û çanda Kurdan, vê carê bi veçapkirina dîwanên Cegerxwînê Seyda -Seydayê Helbesta Kurdî- li pêşberî xwînerên xwe ye... da ku em jî wekî Cegerxwînê gewre “nûjen bin bi pîrî”… da ku em“guh bidin saza” Cegerê xwe.