Menü
Hesabım
Sepetim

Çiroken Jinen Dilşikesti

Üretici Liste Fiyat
150,00
102,00
Yorum Yap
Listeye Ekle
2 Adet Stokta
Öne Çıkan Bilgiler

Eger ji zagonên Swissreyê nebûya, van mêrên pazû werimandî dê dinya  bi sere me de xera bikirana! Tu dibe qey jinê jêhatî û zîrek, bavê wan kûştin e! Gelawêjê bi dengekî melûl digot:

“Min ji mêrê xwe yê yekem hez nekir, lê ez neheq nebûm, ew şofêrê tirê bû, bi mehan nedihat malê, ez jina teze çavê min hertim li riya wî bû, îcar dema ku dihat male jî daîm betilî bû, deng jê dernediket, nedigot, him ne digot, gûm! Qey li ser rêyan îşê xwe bi qehbikan diqedand û

Çiroken Jinen Dilşikesti Hakkında Bilgiler
Türü : Roman
Kapak : Ciltsiz
Sayfa Sayısı : 112
ISBN : 9786257253222
Basım Yılı : 2021
Kağıt Tipi : 2. Hamur

Tükendi

Gelince Haber Ver

Eger ji zagonên Swissreyê nebûya, van mêrên pazû werimandî dê dinya  bi sere me de xera bikirana! Tu dibe qey jinê jêhatî û zîrek, bavê wan kûştin e! Gelawêjê bi dengekî melûl digot:

“Min ji mêrê xwe yê yekem hez nekir, lê ez neheq nebûm, ew şofêrê tirê bû, bi mehan nedihat malê, ez jina teze çavê min hertim li riya wî bû, îcar dema ku dihat male jî daîm betilî bû, deng jê dernediket, nedigot, him ne digot, gûm! Qey li ser rêyan îşê xwe bi qehbikan diqedand û taqet tê de nedima.”

Merê wê bi devê xwe gotibû;

“Ez çi bikim, mecbur im!”

Dema qehbikên li ser rê diketin bîra Gelawejê, ji mêrê xwe diçixiya, digot:

“Destên xwe nede min, dilê min te naxwaze! Eger tu li şûna min bûyayî tê yê ez qebul bikirame?”

Piştî wan gotinan radiheje darekî û li Gelawejê dixe û jê re dibêje:

 “Hey qîza kerê, ez mêr im, lê tu kevnek jin î!”

Hingê Gelawejê xwe avêtibû mala Pakîzê, êdî nedixwest vegere malê, jixwe merê wê jî ew qebûl nedikir.

Pakîze li weqfa mafê mirovan dixebitî, li taxa lê dima jinan qedir û qîmeta wê dizanibûn, lê mêran him fikara dikirin, him gelaciya wê dikirin, digotin:

“Pakîze mala mirov xera dike!”

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.