Helbestkar Lal Laleş, bi xebate xwe ya dawi ‘Deqen Qesas’ peyve dike bera vepexirtina bira me, u her deq’i, her deqe bira jibirbuyi dixe dewla hişe me u dike ku sere me geh li vi diwari bikeve, geh li wi diwari .
A seyr ew e ku her du diwar, bi qasi ku dikarin bibin ser u bine bira deqan, dikarin vekin du diwaren ku li hemu deqan hatibin hev u nehelin ku ne bikaribin ji bire derkevin, ne ji di bine bire de biqeliqin, bilivin.
Peşiyen xweşbej çendi gotibin ‘Me bext neda bi text’ ji; Lal Laleş ji nava 24 ‘Deqen Qesas’ 22 Deqan di navbera deqa bext u deqa text de bi cih dike u pişti Deqa Bexte Reş, me dadiheje bine bire:
”Med ji hespe hezkira wan hez kirin
W
Tükendi
Gelince Haber VerHew ji bo te
Ez dikarim ji bîra bikim
Perîkê ber perê behrê
Di nava keftûlefta pirtûka pîroz de
Divê mirov berhema Deqên Qesas a Lal Laleş ku piştî Berbejna Rê ku wekî dîwana wî ya duyemîn derçûye, di çarçoveya zimanê wê yê cihêreng de binirxîne. Helbestkar, têkilîya di navbera bêjeyan de ji nû ve saz dike. Deqên Qesas ji bo wêje û zimanê Kurdî hilmeke nû, kesereke kûr û qonax û sekneke xweser e.
Lal Laleş • Helbestkar, wergêr, weşanger. Di sala 1975’an de li Qosera Mêrdînê ji dayîk bû. Zankoya Dîcleyê, Fakûlteya Perwerdeyê, Beşa Dîrokê kuta kir. Di navbera salên 1993-2006’an de li şanoyên bi navê Tiyatro Anadolu, İmgesel Düşler û Teatre Orient wekî dramatûrg, rejîsor û rêsveberê hunerê yê giştî xebitî. Bi navê Nora İstanbul Bir Hiçtir(2021) û Gidenleri Rahat Bırakma Klavuzu Kalanları Rahat Bırakma Klavuzu (2024) du pirtûk bi Tirkî nivîsandine. Niha li Weşanxaneya Lîsê wekî gerînendeyê giştî yê weşanê bi xebatên xwe berdewam e.
Lîs / Lal Laleş
Deqên Qesas, helbest (2009, 2016, 2025)
Matmayînên Ronyayê, helbest (2011, 2016, 2025)
Berbejna Rê, helbest (2014, 2016, 2025)
Talibên Eşqê, helbest (2024)
Wergerên Ji Tirkî
Gul e Rojhilata Rûyê Te, Ahmet Telli (2005)
Bêbaran, A. Hicri İzgören, helbest, li gel Yaqob Tilermenî (2005)
Efsirî, Sema Kaygusuz, kurteçîrok (2007)
Balgîfa Mar, Murathan Mungan, helbest, li gel Îrfan Amîda (2007)
Pûşpera Gêlazan, Mehmet Çetin, helbest (2007)
Mirin Di Xewê De Bû / Bêpar, Cuma Boynukara, şanoname, li gel Rêzan Tovjîn û Fehîm Işık (2010)
Hinar, Haydar Ergülen, Helbest (2024)
Deqên Qesas
Lal Laleş
Helbest, 72 rûpel
Cotmeh 2025