Menü
Hesabım
Sepetim

Edebiyata Devki Ü Şer

Üretici Liste Fiyat
415,00
302,95
Yorum Yap
Listeye Ekle
2 Adet Stokta
Öne Çıkan Bilgiler

Di edebîyata Kurdan ya devkî de, şer cihekî taybet digire. Ne tenê di edebîyata Kurdan de lê belê di edebîyata dinyayê de jî, mijara şer gelekî bi berfirehî hatiye pêşkêşkirin. Şer, beşek ji kultura civakan e. Baş dîyar e ku di hemû warên hunerî de şer, wekî mijareke xweser di hemû civakan de derketiye pêşberî mirovan. Di helbest, romanan, fîlm, wênesazîyê û hwd. de her gav mirov pêrgî mijara şer dibe. Divê ev mijar piralî were naskirin.

Nivîskar Şerefxan Cizîrî, di vê xebata xwe de bi tevahî li ser têgeha şer r

Edebiyata Devki Ü Şer Hakkında Bilgiler
Türü : Eleştiri, İnceleme, Kuram
Kapak : Ciltsiz
Sayfa Sayısı : 328
ISBN : 9786057535870
Basım Yılı : 2020
Kağıt Tipi : 2. Hamur

Tükendi

Gelince Haber Ver

Di edebîyata Kurdan ya devkî de, şer cihekî taybet digire. Ne tenê di edebîyata Kurdan de lê belê di edebîyata dinyayê de jî, mijara şer gelekî bi berfirehî hatiye pêşkêşkirin. Şer, beşek ji kultura civakan e. Baş dîyar e ku di hemû warên hunerî de şer, wekî mijareke xweser di hemû civakan de derketiye pêşberî mirovan. Di helbest, romanan, fîlm, wênesazîyê û hwd. de her gav mirov pêrgî mijara şer dibe. Divê ev mijar piralî were naskirin.

Nivîskar Şerefxan Cizîrî, di vê xebata xwe de bi tevahî li ser têgeha şer radiweste, teorîyan li ser pêşkêş dike û bi dû re jî wan dîtinan li ser edebîyata Kurdan ya devkî dide sêpandin. Şerefxan Cizîrî, bi mînakên şênber dengbêjîya şeran radixe ber çavan, mînakên balkêş ji edebîyata Kurdan ya devkî pêşkêşi xwendevanan dike. Em ê bi nivîskêr re biçin ser Girê Ridwanê û li destana Çeleng Evdal, guhdar bikin. Em ê bibin dîtyarê şerê di navbêna Kurdên Ezidî û Kurdên Misliman de. Em ê bi formateke şênber malkambaxîya şerê navxweyî bibînin. Em ê bi dû re biçin Keleha Heranê û li şerê di navbêna Kurd û Ereban de guhdar bikin. Em ê bi dû re jî pêrgî gelek mînakên şer bibin di edebîyata Kurdan ya devkî de û em ê bi wan re bikevin nav darazandinên civakî û derûnî.

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.