Li gora helbestên Ekomonologê, jîyanê bi xwezayê dest pê kiriye û dê bi xwezayê re biqede. Helbestên Ekopoetîkî rûyên xwe dane metaforên rexneyî ku di hundirê xwe de şerê xwezayê bi polîtîkayên li seranserê cîhanê berbelavbûyî re dikin û her wiha bûye dengvedaneke wêjeyî jî.
Stûyê wê newalê ketiye ber wê / Xûl bûye, rast nabe / Mîna Quasimodoyê Notre Dameê ye / Li kevîşena Çemê Seineê / Romaneke k
Tükendi
Gelince Haber VerLi gora helbestên Ekomonologê, jîyanê bi xwezayê dest pê kiriye û dê bi xwezayê re biqede. Helbestên Ekopoetîkî rûyên xwe dane metaforên rexneyî ku di hundirê xwe de şerê xwezayê bi polîtîkayên li seranserê cîhanê berbelavbûyî re dikin û her wiha bûye dengvedaneke wêjeyî jî.
Stûyê wê newalê ketiye ber wê / Xûl bûye, rast nabe / Mîna Quasimodoyê Notre Dameê ye / Li kevîşena Çemê Seineê / Romaneke klasîk im di vê êvara kor de / Niştecihê welatê wê romanê me belkî / Di kêlîya seradekê de
Poetîkaya Dîlber Hêma xwe dispêre kakilên xwezaya ku bi pirhêlî hatiye parçekirin û bi hûrgilîyên xwezayê wekî pêdivîyeke metaforîkî xwe ji nû ve ava dike.
Ekomonolog, xweza û axaftina xwebixweyî ye. Dîlber Hêma, di pêşgotina helbesta xwe de sînorê bêsînorîya axaftina xwebixweyî nîgar dike. Dengê wê, hespekî boz e. Heqîba xwe ji gotinên Feqîyê Teyran dadigire.