Menü
Hesabım
Sepetim

Ferhenga Sirgune

Üretici Liste Fiyat
375,00
273,75
Yorum Yap
Listeye Ekle
Öne Çıkan Bilgiler

Daristan, çem û çiya bi hev re dirûşmeya evînê diqîriyan. Rêwîtiya ber bi evînê de, li gora cihêtnameya simîrê azad diyar dibû. Dilê min ê dîn, xwe dixist dirûvê xerzikeke bitahm Aû reh û rîşalên xwe bera binê erdê dida. Hişê min, xwe bera ber tenişta evîndariya wêjeyê dida.

Ferhenga Sirgune Hakkında Bilgiler
Türü : Kürt Edebiyatı
Kapak : Ciltsiz
Sayfa Sayısı : 272
ISBN : 9789756179048
Basım Yılı : 2026
Kağıt Tipi : 2. Hamur

Tükendi

Gelince Haber Ver

Yaqob Tilermenîyê ku bi pirtûkên xwe yên çîrokan ên bi navên Êşbazî, Bermeqlûb, Metamorfoz, Pizdank û Kermêşa Gerok li derveyî sînorên cihêreng ên çîroknivîsînê lêgerînê dike, di pirtûka xwe ya çîrok-vegotinê Ferhenga Sirgûnê de 12 çîrok û ji 130 wêjekar û nivîskarên sirgûnbûyî zêdetir li gel kurtejîyana wan bi awayekî alfabetîk tev li pirtûkê kiriye û wêjeya penaber pêşkêş kiriye. Her wiha têgeha sirgûnê ya di qada wêjeyê de bi awayekî hûrbînî rave kiriye. Di çîroka bi navê Çîroknameyê de nivîskar pênûsa xwe ya ku nayê bêdengkirin li ser navê hemû sirgûnan bi van hevokan dide axaftin : "Ez ji hemû rûmetên xwe dûr ketime; lê, ne ji nivîsê... Her çi qasî li derveyî jiyanê hatibim hiştin jî, dê ruhstîné dadmendiyê temenê min ê wêjekarîyê dirêjtir bike..."

Ferhenga Sirgûnê ya Yaqob Tilermenî, yek ji wan berhemên qewîn û şid e ku bi honakên xwe yên çêjwêjeyî û bi seqayên xwe yên dehşetengîz, kewdan û hesta sirgûnê ya curbecur bi nivîs û derbirînên nivîskarekî sirgûnkirî derdixe radeya herî jorîn. Digel çapa duyemîn, pirtûk dikare wekî berhemeke nûnivîsandî were pêşwazîkirin.

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.