Kazandıran Mart Kampanyası
Menü
Hesabım
Sepetim

Girava Gencineye

Üretici Liste Fiyat
210,00
153,30
Yorum Yap
Listeye Ekle
Genellikle 4-5 gün içinde temin edilir.
Öne Çıkan Bilgiler

Îngilistana sedsala 18. Xaneke bi navê Xana Amîral Benbow a li ser piyê perava başûrê Îngilistanê. Jim Hawkinsê xortik ê kurê xwediyên vê xana ku dihêle ev malbat encax bikaribe bidebire. Heyameke ku li cîhanê, li ser deryayên dûredest, keştî û qewteyên keleş, korsan û rêbirran didine çirvîtkan, rojekê riya kevnekorsanekî bi navê Billy Bones bi vê xanê dikeve. Billy Bones ne yekî xalî ye, bi hatina ku tê xanê, qedera Jim Hawkins û malbata wî û birrek kesan diguherîne. Bones, li gel ku dibe sedema mirina bavê Jim, bi xwe re bela û bobelateke mezin jî tîne. Ji ber ku Bones li pey gencîneya korsanekî xeternak ê bi navê Flint e, ku Flint bi xwe kevnehevalê Bones e, ji bo ku vê gencîneya ku ji aliyê giraniya xwe ve bê hevta ye bi dest bixe, l

Girava Gencineye Hakkında Bilgiler
Yayınevi : Lis Basın Yayın
Yazar : Robert Louis Stevenson
Barkod : 9786055683405
Boyut : 14x20
Sayfa Sayısı : 260
Cilt Tipi : Ciltsiz
Kağıt Cinsi : 2. Hamur
Cep Boy : Hayır

Tükendi

Gelince Haber Ver

Îngilistana sedsala 18. Xaneke bi navê Xana Amîral Benbow a li ser piyê perava başûrê Îngilistanê. Jim Hawkinsê xortik ê kurê xwediyên vê xana ku dihêle ev malbat encax bikaribe bidebire. Heyameke ku li cîhanê, li ser deryayên dûredest, keştî û qewteyên keleş, korsan û rêbirran didine çirvîtkan, rojekê riya kevnekorsanekî bi navê Billy Bones bi vê xanê dikeve. Billy Bones ne yekî xalî ye, bi hatina ku tê xanê, qedera Jim Hawkins û malbata wî û birrek kesan diguherîne. Bones, li gel ku dibe sedema mirina bavê Jim, bi xwe re bela û bobelateke mezin jî tîne. Ji ber ku Bones li pey gencîneya korsanekî xeternak ê bi navê Flint e, ku Flint bi xwe kevnehevalê Bones e, ji bo ku vê gencîneya ku ji aliyê giraniya xwe ve bê hevta ye bi dest bixe, li kar e her tiştî bike. Bones wexta hatî vê xanê, pê re nexşeyek heye, ku nav û nîşanên giravekê û ciyê ku ev gencîneya mijara behsê lê hatiye veşartin nîşan dide. Lê çembera bûyer û qewaman fireh dibe, li şûna ku gencîne bibe para vî korsanî, bûyer û qewam dikin ku Jimê xortik bibe serpêlewanê çîrokê û li pey vê gencîneyê dest bi serpêhatiyeke dûr û dirêj bike.

Girava Gencîneyê. Romana klasîk a serbûriyan a Robert Louis Stevensonê nivîskarê Skotî, ku di sala 1883yan de çap bûye û gencîneya me ya zanyariyan û hêmayan a li ser giravên tropîkal, nexşeyên ku ciyên gencîneyan nîşan didin, korsanên bi yek çavî, di şûna destên wan ên jê bûyî de qanceyên bi zendên wan ve, ango bîra me ya li ser van tiştan, bi giranî xwe dispêre Girava Gencîneyê û çend berhemên ku xelefên wê ne. Ev romana ku yek ji wan romanên klasîk e, yên ku bi her awayî berhemên nemir in, bi derengî be jî, êdî wê xwendevanê Kurdî bikaribe wê bi Kurdî bixwîne. Bi Kurdiya wergêrê nûhatî, Bilal Çelik.

18. yüzyıl İngilteresi. İngilterenin güney kıyılarında Amiral Benbow adlı bir han. Kıt kanaat geçinmelerini sağlayan bu hanın sahibi ailenin delikanlı oğlu Jim Hawkins. Tüm dünyada, uzak denizlerde eşkıya, korsan ve yol kesen gemilerin ve tayfaların cirit attığı bir devirde, günün birinde Billy Jones adlı eski bir korsanın yolu bu hana düşer. Ancak Billy Jones tekin biri değildir; hana gelişiyle birlikte Jim Hawkins ile ailesinin ve birçok kimsenin kaderi değişir. Bones, Jimin babasının ölümüne neden olmasının yanı sıra, büyük bir bela ve felaket de getirir. Bones, eski bir arkadaşı ve tehlikeli bir korsan olan Flinte ait definenin peşindedir ve ağırlığıyla eşsiz bu defineyi ele geçirmek için her şeyi yapmaya hazırdır. Bones bu hana geldiğinde, söz konusu definenin saklandığı yerin bulunduğu adayı ayrıntılarıyla gösteren bir harita da getirmiştir beraberinde. Fakat olaylar çemberi genişler, define bu korsana nasip olacağına, gelişen olaylar, delikanlı Jimi hikâyenin başkahramanı haline getirir, Jim bu defineyi bulmak için uzun bir serüvene atılır.

Define Adası. İskoç yazar Robert Louis Stevensonın 1883 yılında basılmış, tropik adalar, hazinelerin yerlerini gösteren haritalar, tek gözleriyle ve kesik ellerinin yerine bileklerine koydukları kancalarıyla korsanlar üstüne bildiklerimiz ve onlara dair kafamızdaki imgeler, yani bu şeyler hakkındaki hafızamız, ağırlıklı olarak bu klasikleşmiş macera romanı Define Adasına ve onun ardılları olan birkaç esere dayanmaktadır. Her biri her bakımdan ölümsüz klasik romanlardan olan bu romanı, bundan böyle Kürtçenin okuru Kürtçe okuyabilecek. Genç çevirmen Bilal Çelikin Kürtçesiyle.

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.