Kazandıran Mayıs İndirimleri Kampanyası
Menü
Hesabım
Sepetim

Guliyen Ji Behna Şimamokan

Üretici Liste Fiyat
100,00
68,00
Yorum Yap
Listeye Ekle
10+ Adet Stokta
Öne Çıkan Bilgiler

Şevê dev û delingên xwe hildabûn û bi xemla dengê çivîkên ji rojek nû re çavên xwe vekiribûn, pelên dara bîhê ya li hewşê diweşiyan. Dayika guliyên wê hinekirî, çavên xwe yên qerimî bi destên xwe yên hinekirî firkandibû û bi heybetek mezin dîsa berî ku roj hilê li ser piya bû. Dayika guliyên wê hinekirî, dîsa di destpêkê de kitana xwe ya spî û simala xwe ya bi çavên kilkirî dihat parastin, da serê xwe û berê xwe da şibakê.

Guliyen Ji Behna Şimamokan Hakkında Bilgiler
Yayınevi : Aryen Yayınları
Yazar : Roza Metina
Barkod : 9786057320094
Boyut : 13.5x21
Sayfa Sayısı : 80
Cilt Tipi : Ciltsiz
Kağıt Cinsi : 2. Hamur
Basım Yılı : 2023
Cep Boy : Hayır

Tükendi

Gelince Haber Ver

Şevê dev û delingên xwe hildabûn û bi xemla dengê çivîkên ji rojek nû re çavên xwe vekiribûn, pelên dara bîhê ya li hewşê diweşiyan. Dayika guliyên wê hinekirî, çavên xwe yên qerimî bi destên xwe yên hinekirî firkandibû û bi heybetek mezin dîsa berî ku roj hilê li ser piya bû. Dayika guliyên wê hinekirî, dîsa di destpêkê de kitana xwe ya spî û simala xwe ya bi çavên kilkirî dihat parastin, da serê xwe û berê xwe da şibakê. Ji cama şibakê ya ku bûbû şahidê kulên di qermîçekên rûyê wê de asê mabûn, li deqa li ser eniya xwe nihêrt. Erbaneya bi dîwêr hatibû dardekirin jî wekî dirûvên xewnên ji mirinê filitîbin ji cama şibakê xuya dikir. 
Wekî her berbangê bala çavên qerimî vê carê ket ser goristana ku di nava xwe de sê gorên li ber hevdû, distirand. Dema bala çavên qerimî diketin ser goristanê hêsirên çong li mirov sist dikirin, dihatin xwarê û qirika ku êdî nedixwest êşê daqurtîne, ziwa dibû. Li aliyekî din jî heyranokên li dijî zilma sedan salan serî hildidan, dihatin ser ziman. 

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.