Menü
Hesabım
Sepetim

Hevale Çak

Üretici Liste Fiyat
340,00
248,20
Yorum Yap
Listeye Ekle
5 Adet Stokta
Öne Çıkan Bilgiler

Dema salen min bun hejde feleke bi nave Mamhosta Ismail Efendi peyayeki wxenda, hişyar u serwext xist ser reya min. B i nasi u dostaniya wi ez gelek tişten çak u heja hin bum. Beri her tişti rezana eşiri ya şaş u çepelji çaw min ket, min ji zore u zorbazan ruye xwe ba da u gunden ku axatiya wan ji min re hatibu sipartin bi careke berdan u deste xwe je keşa.

Hevale Çak Hakkında Bilgiler
Türü : Kürt Edebiyatı
Kapak : Ciltsiz
Sayfa Sayısı : 284
ISBN : 9786054497133
Basım Yılı : 2026
Kağıt Tipi : 2. Hamur

Tükendi

Gelince Haber Ver

Pirtûka gorbehişt Osman Sebrî ya bi navê Hevalê Çak cara yekem ji alîyê Weşanxaneya Lîsê ve hat çapkirin. Pirtûk ji gotar û nivîsên pexşanî yên nemir Osman Sebrî pêk tê ku du birên wan di demên cuda di kovarên Hawar û Ronahîyê de hatine weşandin û birê sêyem jî ji hinek destnivîsan pêk tê ku ev cara yekem e di vê berhemê de tên weşandin.

Naveroka piranîya van gotar û nivîsan li ser camêrî, mêrxasî, lehengî, serîhildanên gelê Kurd, qewimîn û malkambaxîyên ku hatine serê Kurdan, fen û fûtên dijminan û parçekirina çarenivîsa gelê Kurd e. Hevalê Çak her wiha hinek çîrokên Osman Sebrî yên wekî “Li Goristaneke Amedê”, “Şeytanqûnî” û “Li Pêşberê Yarê” di nav xwe de vedihewîne, ku xwîner di hûnandina van çîrokan de rastî vegotineke şîrîn û pêşketî tê û pê ditehmije. Li alîyê din, pirtûk hinek çîrokên gelêrî yên jinûvenivîsandî hembêz dike ku Osman Sebrî ew di qalibekî wêjeyî yê nazik û berdil de ro kirine.

Bi rêya xwendin û lêkolîna li ser van gotar û nivîsan, meriv dikare rewşên civakî, olî û rêzanî di destpêka sedsala bîstan de li Kurdistanê, nemaze li Bakurê Kurdistanê, nas bike û li ser bisekine.
Apê me Osman Sebrî bi van gotar, çîrok û nivîsên xwe, bi gîyanekî Kurdewar ê hestyar û bi pênûseke hem tûj û hem rewan gelek behsên girêdayî dîroka Kurdistanê raberî me dike.

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.