Li gorî ku ez ji ilm, qewl, dua, cimayî , îd-cejin, çande û hwd. Yên-me Êzdiyan fêhm dikim, pîvana serêsala kurmancî-Kurdî, bi afirandin û tevgera erdê (dinyayê), ya ku dor rojê tê gerandin ve girêdaye û ev salnama me Kurdan a herî raste.
Belê, dema rew?enbîr, zane, oldar û whd.’ên me Kurdan, li nav kevne?op û zargotinên ilm, qewl, dua, beyt, cimayî û îdên me Êzdi-yan binêrên, ewê di wir de jî bivînin ku, şaristanî û merivatî li ser xaka di nav ava çemên Dîcle
Tükendi
Gelince Haber VerLi gorî ku ez ji ilm, qewl, dua, cimayî , îd-cejin, çande û hwd. Yên-me Êzdiyan fêhm dikim, pîvana serêsala kurmancî-Kurdî, bi afirandin û tevgera erdê (dinyayê), ya ku dor rojê tê gerandin ve girêdaye û ev salnama me Kurdan a herî raste.
Belê, dema rewșenbîr, zane, oldar û whd.’ên me Kurdan, li nav kevneșop û zargotinên ilm, qewl, dua, beyt, cimayî û îdên me Êzdi-yan binêrên, ewê di wir de jî bivînin ku, şaristanî û merivatî li ser xaka di nav ava çemên Dîcle û Feratê de hatiye afirandin. Ji wî_ wextê kevin, yê ku bi hezarên salan beriya zayîna Îsa pêxember dest pêkiriye û heta vêga hêjî gelek cejn, cimayî û îdên me Êzdi-yan“Kurdên resen” li gorî salnama rojhilatê“a ku ilimdar û qewil-zanê Êzdîtiyê birêz Adnan Xêravayî jêra dibêje, hesabê Manga Me-lik Fexredîn” têne gerandin û pîroz kirin.
Belê ilimdar û qewilzanê Êzdîtiyê birêz Adnan Xêravayî, di sebeqeyeke Qewlê Şems û Fexrê Mîra de dibêje:
“Sira Padşê min hat hinda ve,
Li Şems û Fexrê Mîra dikir silav e,
Li çardê mehê de vedigere tav e,
Tav li çardê mehê vedgeriya
ji nîşan û hesabê Enzelî ye,
Ji qudreta Padşê min î bêrî ye,
Ji qudreta Padşê min î cebêr re.
Meh, sal û zemana vedigêr e
Li çardê mehê tav jî vediger e
Ango, roja çardê meha mîladî, dibe yekê meha li gorî hesabê Manga Melik Fexredîn têye hesapkirin salnama rojhilatê.
Vêca, gava meriv li dem û wextên pîrozkirina van cejnên me Êzdi-yan binêrin, meriv dibîne piraniya wan hêjî li gorî vê salnama rojê (a ku li gorî hesabê Manga Melik Fexredîn têye hesapkirin) têne ge-randin û pîroz kirin.