Kazandıran Mayıs İndirimleri Kampanyası
Menü
Hesabım
Sepetim

Hîç - Sî - Saya

Üretici Liste Fiyat
130,00
88,40
Yorum Yap
Listeye Ekle
Genellikle 4-5 gün içinde temin edilir.
Öne Çıkan Bilgiler

gava ku te got Hîç(0), tu qala destpêka, destpêka, destpêka, destpêka, destpêka destpêka, destpêka, destpêka, destpêka, destpêka, destpêka bûyînî, çêbûnê, jihevguherînê, jihevzayînê, jihevpirrbûnê dikî/ gava te got Hîç(0), tu qala nîşaneyeke, vetîreyeke pirrwate, pirrneqş, pirrşewq dikî, lew em giş asê dibin li ‘Wir’(0), lew ‘Wir’(0) a çar pêvajoya yanzde-astî ye Hîç(0), diqelibin, diheyîrin, diponiji, difikirin em li hemberî têgiha &lsqu

Hîç - Sî - Saya Hakkında Bilgiler
Ciltsiz :

Tükendi

Gelince Haber Ver

gava ku te got Hîç(0), tu qala destpêka, destpêka, destpêka, destpêka, destpêka destpêka, destpêka, destpêka, destpêka, destpêka, destpêka bûyînî, çêbûnê, jihevguherînê, jihevzayînê, jihevpirrbûnê dikî/ gava te got Hîç(0), tu qala nîşaneyeke, vetîreyeke pirrwate, pirrneqş, pirrşewq dikî, lew em giş asê dibin li ‘Wir’(0), lew ‘Wir’(0) a çar pêvajoya yanzde-astî ye Hîç(0), diqelibin, diheyîrin, diponiji, difikirin em li hemberî têgiha ‘Wir’(0) ê, welhasilê kelâm derdixîne pêş em li hemberî şewqa Hîçê(0) hemû melekeyên xwe yên fêrisî yek bi yek/ gava te got Hîçê(0), tu qala tiştekî nehênî dikî, tu qala tiştekî ku heya radeyekê tu car nikaribî bizanibî dikî/ ku te got Hîç(0), tu qala tiştinên ku di nav çarçoveya nezanînê de ne, di nav mija ferasetê de ne dikî/ gava te got Hîç(0), tu qala ew rasteqîniyên şênber, yên ku bi zanistiyê tenê zanînê nakî, «●» tu qala ew têgihên heyeneheyewêdayên … heyeneheyên … heyetiştên … , heyeheyên … muemayî yên rêzberî yên bûjenî, rasteqînî yên ku sirf bi hiş tenê ravekirinê dikî

M. ZAHİR KAYAN - Ji bajarê Agiriyê ye. Li Zanîngeha Erzuromê Beşa Turkolojiyê xwendiye. Ji salên 1990î ve ye di kovar û rojnameyên wekî Özgür Gündem, Welat, Welatê Me, Jiyana Rewşen û Tîrojê de gelek nivîsên wî yên der heqê huner, estetîk, çand, folklor û mîtolojiyê de hatine weşandin. Her wiha wênesaz e. Ji bilî şiîr û formên şiîrên mîstîkî û xebatên li ser estetîk û hunerê, ew li ser folklora Kurdî xebatên lêkolînî jî dike; li ser destan, efsane û menkibeyên qedîm yên Kurdan xebatên wî yên dorfireh hene. Ji van yek “Bingeha Mîtolojiya Kurdî” ye,

ev berhem hê nehatiye weşandinê. Li ser estetîk, şiîr û forma kilamên dengbêjiyê gelek lêkolînên wî hene. M. Zahir Kayan di atolyeya xwe de li ser resim, peyker û hin hunerên plastikî xebatên xwe didomîne.

Berhemên wî yên edebî yên ku heta niha hatine çapkirinê ev in:

- Destanek ji Buhuşta Winda (Weşanên Berfîn, 1993)

- Arzeba (Weşanên Sî, 2001)

- Şêhneya Dînan (Weşanên Şemal, 2014)

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.