Menü
Hesabım
Sepetim

Kula Faykeye Spi

Üretici Liste Fiyat
160,00
108,80
Yorum Yap
Listeye Ekle
9 Adet Stokta
Öne Çıkan Bilgiler

Ez nexweşê li ser nivînan im. Sal û nîveke rewşa min wisa ye. Nexweşiyeke ku roj bi roj bedenê dixwe û pûç dike li min peyda bûye. Qudûmê min tune ye ku ez rabim li ser lingên xwe bigerim, bi kêfa dilê xwe tevbigerim. Ew ji bo min êdî hesret in. Felekê pişta min şikandiye, daye ser doşega sar. Derzî û derman taştê, firavîn û şîva min in. Nexweş, neçar û aciz im. Wextên ku êşa min datîne yan jî kêm dibe, ez dikevim riya daboriya jiyana xwe, diçim, diçim, têm rojên îro; dîsa doşeg, dîsa ba

Kula Faykeye Spi Hakkında Bilgiler
Türü : Öykü
Kapak : Ciltsiz
Sayfa Sayısı : 56
ISBN : 9786256274181
Basım Yılı : 2025
Kağıt Tipi : 2. Hamur

Tükendi

Gelince Haber Ver

Ez nexweşê li ser nivînan im. Sal û nîveke rewşa min wisa ye. Nexweşiyeke ku roj bi roj bedenê dixwe û pûç dike li min peyda bûye. Qudûmê min tune ye ku ez rabim li ser lingên xwe bigerim, bi kêfa dilê xwe tevbigerim. Ew ji bo min êdî hesret in. Felekê pişta min şikandiye, daye ser doşega sar. Derzî û derman taştê, firavîn û şîva min in. Nexweş, neçar û aciz im. Wextên ku êşa min datîne yan jî kêm dibe, ez dikevim riya daboriya jiyana xwe, diçim, diçim, têm rojên îro; dîsa doşeg, dîsa balgehê ez ji wî, ew ji min aciz bûyî. Bivê nevê rojên berê tên bîra min; di ber çavên min re daboriya min derbas dibe.
Carinan diheyirim, dibêjim, “Xwedê te nehêle Bêmal, te çikir, te li pey xwe çi hişt, heyateke te ya çawa bû?” û ax dikim çavên xwe dikutim arîkên malê, yên nexweşxaneyê. Rojên şa û bextewar, nexweş û xirab di ber çavên min re derbas dibin, diçin û tên; carinan ez dikenim, carinan jî diqehirim. Çi bikim, ev rastî, ev heyat çîroka min e.

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.