Menü
Hesabım
Sepetim

Kultur û Neteweperwerî

Üretici Liste Fiyat
200,00
200,00
Yorum Yap
Listeye Ekle
5 Adet Stokta
Öne Çıkan Bilgiler

Neteweperweriya kurdî aniha xwedî projeyekî ji hev cuda, beş bi beş, jêkdabirî û xwedî taybetiyeka herêmgerî ye. Her ji destpêkê ve, her perçeyên xwe di nav cografyayeka civakî û siyasî ya jêkdabirî, lawaz û wêraniyeka kulturî de dîtiye. Ew, bereksê neteweperwerên ereb, fars û tirk, samaneka mezin a fikrî, siyasî nebûye da ku binemayeka epîstemolojîk û îdeolojîk ji bo xwe durist bike û alîkarî hindê di pêwenda “xwe’’ û “wî’’ de, diyardey

Kultur û Neteweperwerî Hakkında Bilgiler
Türü : Kürt Edebiyatı
Kapak : Ciltsiz
Sayfa Sayısı : 160
ISBN : 9786259628073
Basım Yılı : 2025
Kağıt Tipi : 2. Hamur

Tükendi

Gelince Haber Ver

Neteweperweriya kurdî aniha xwedî projeyekî ji hev cuda, beş bi beş, jêkdabirî û xwedî taybetiyeka herêmgerî ye. Her ji destpêkê ve, her perçeyên xwe di nav cografyayeka civakî û siyasî ya jêkdabirî, lawaz û wêraniyeka kulturî de dîtiye. Ew, bereksê neteweperwerên ereb, fars û tirk, samaneka mezin a fikrî, siyasî nebûye da ku binemayeka epîstemolojîk û îdeolojîk ji bo xwe durist bike û alîkarî hindê di pêwenda “xwe’’ û “wî’’ de, diyardeyên dewrûberan têbigihe, yan cure keleheka fikrî û kulturî li hember êrîşên kulturî û siyasî yên neteweyên serdest ji bo xwe dabîn bike. Yanî neteweperweriya kurdî, ji ber van şert û mercên dîrokî, bi bêhêzî û tênegehiştina xwe ve nekariye sîstemeka fikrî-îdeolojîkî û epîstemolojiyeka taybet ji bo xwe hilberîne, ku ji xwe û pêwendiyên di gel “ên dîtir” û “wî’’ de, bi diyardeyên siyasî, îdeolojîk û kulturî ve saz bike, lê her hewl daye xwe li gel wan biguncîne. Bereksê wê, di hemî qadên xwe ve çavlidestî neteweperweriya neteweya serdest û ronakbîrên wan bûye. Ji sîstema fikrî-îdeolojîk ya wan ku berhema ezmûna civakên wan bûn, hinek çemk û tovên (toxim) epîstemîk û îdeolojîk wergirtine da ku rastiya civaka xwe pê ve biguncîne. 

Min berê di çend kitêb û nivîsarên din de îşaret bi neteweperweriya kurdî kiribû. Ev kitêba berdest birrek behs li xwe digire, di vî warî de hewldanek din pêk tîne. Dixwazim ronahî bixe ser hinek hêl û aliyên din yên neteweperweriya kurd, taybetî jî bi pêwendiyên digel kultura kurdî ve.

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.