Kazandıran Nisan Kampanyası
Menü
Hesabım
Sepetim

Kurde Bengi

Üretici Liste Fiyat
144,00
105,12
Yorum Yap
Listeye Ekle
10+ Adet Stokta
Öne Çıkan Bilgiler

Casimê Celîl rîsipî û kedkarekî wêje û zargotina Kurdan î Sovyetê ye. Helbestvanê hêja bi dilekî şa û baristan, bi şêkirdarî derheqa welatê xwe yî mezin û merivên wê de dinivîse, li wî welatî li kî derê pareke gelê wî bû xwedîyê azadî û bextewarîyê, gul veda û ket ser rêya pêşdeçûyînê.

Afirandinên vê berevokê pesindarîya jîyan û kirinêd merivên Sovyetê û mêrxasîya wan in; çawa di asta çêkiri

Kurde Bengi Hakkında Bilgiler
Yayınevi : Lis Basın Yayın
Yazar : Cesime Celil
Barkod : 9786057535771
Boyut : 13x21
Sayfa Sayısı : 176
Cilt Tipi : Ciltsiz
Kağıt Cinsi : 2. Hamur
Basım Yılı : 2020
Cep Boy : Hayır

Tükendi

Gelince Haber Ver

Casimê Celîl rîsipî û kedkarekî wêje û zargotina Kurdan î Sovyetê ye. Helbestvanê hêja bi dilekî şa û baristan, bi şêkirdarî derheqa welatê xwe yî mezin û merivên wê de dinivîse, li wî welatî li kî derê pareke gelê wî bû xwedîyê azadî û bextewarîyê, gul veda û ket ser rêya pêşdeçûyînê.

Afirandinên vê berevokê pesindarîya jîyan û kirinêd merivên Sovyetê û mêrxasîya wan in; çawa di asta çêkirina wekhevîyê de, wisa jî di rojên oxirmeyên giran de.

Xên ji helbestan di berevokê de destana “Kilama Hozbek” û “Poêma şerkarîyê” hatine bicîkirin, kîjan ji numûneyên kelepora Kurdan î baş in. Hêmaya şerkarîya gelê Kurd î azadîxwazîyê gelekî nêzîkî dilê helbestvan e û bi vê hêmayê wî gelek afirandinêd giranbiha saz kiriye.

Di nav helbestên bi keser de evîndarî wekî ronayîyekê, wekî findeke şabûn û dilxweşîyê şewqa xwe dide gîyanê helbestvanîya wî. Evîndarîya wî ber bi zargotin û dîroka gel e.

Çapa yekemîn a vê pirtûkê sala 1980’yî li Yêrêvanê ronayî dîtiye. Afirandinêd vê berevokê nîşan didin, wekî helbestvanê me yî hezkirî, li salên xwe nanêre (wê çaxê ew êdî ji 70 salî derbastir e.) hê bi kela ciwantîyê ve diafirîne. Ew pirtûk piştî çapkirina yekemîn li Amedê, li Weşanxaneya Lîsê ji bo bibe mal û milkê gelê Kurd tê weşandin.

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.