Çapa Duyemin ya “Matmayinen Ronyaye” a Lal Laleş Ji Weşanen Lis Derket
Çapa duyemin ya Seyemin pirtüka helbestan a helbestkar, werger ü weşanger Lal Laleş, Matmayinen Ronyaye, di nava weşanen Weşanxaneya Lise de derket!
Weşanxaneya Lis a ku navenda we li Amede ye, bi hürbini ü dürebini bi xebaten xwe yen weşandin, çapkirin ü belavkirina berhemen bi Kurdi yen xwedi ast i curecur berdewam e. Weşanxaneya Lis a ku çi werger çi ji telif weki roman, helbest, çirok, lekolin ü kurdzani, li jer rezen pirtükan en ciyawaz, heta niha ji 150’yi zedetir pirtüken bi Kurdi çap ü belav kirine, bi heman perspektifa weşangeri
Tükendi
Gelince Haber VerYeni Baskı/Çapa Nû
Matmayînên Ronyayê ya Lal Laleş, dîwana ku bi hêz û şîyana dawerivandina Kurdî ve xwe li kûrahîyên zimên radikişîne, movik bi movik, kurt û Kurmancî bi pêş de tê, ji 20 helbestên kurt ên ku bi lalîya xwe dipeyivin pêk tê. Ev helbest di nava qewareya xwe ya teng de naverokên berfireh radiçînin, pevgirêdanên helbestî yên xef î qewîn li tevnê dixin û xwendevanê jîr û jêhatî di nava mîtosên çi gerdûnî çi jî Kurdewarî re dibe pabendê qanûnên deqên helbestî, yên ku di sercema xwe de dibêjin:
Dil û destên ku havînan
Axa sor dirijand bi dû oxira herfen reqifi de
Îro hewl didin ku vekin wan gorên zemanê dêran, milkê wêran
Azad bikin wan parsûyên qalind ên wan telebeyên paqrewan
Lal Laleş • Helbestkar, wergêr, weşanger. Di sala 1975’an de li Qosera Mêrdînê ji dayîk bû. Zankoya Dîcleyê, Fakûlteya Perwerdeyê, Beşa Dîrokê kuta kir. Di navbera salên 1993-2006’an de li şanoyên bi navê Tiyatro Anadolu, İmgesel Düşler û Teatre Orient wekî dramatûrg, rejîsor û rêsveberê hunerê yê giştî xebitî. Bi navê Nora İstanbul Bir Hiçtir(2021) û Gidenleri Rahat Bırakma Klavuzu Kalanları Rahat Bırakma Klavuzu (2024) du pirtûk bi Tirkî nivîsandine. Niha li Weşanxaneya Lîsê wekî gerînendeyê giştî yê weşanê bi xebatên xwe berdewam e.
Lîs / Lal Laleş
Deqên Qesas, helbest (2009, 2016, 2025)
Matmayînên Ronyayê, helbest (2011, 2016, 2025)
Berbejna Rê, helbest (2014, 2016, 2025)
Talibên Eşqê, helbest (2024)
Wergerên Ji Tirkî
Gul e Rojhilata Rûyê Te, Ahmet Telli (2005)
Bêbaran, A. Hicri İzgören, helbest, li gel Yaqob Tilermenî (2005)
Efsirî, Sema Kaygusuz, kurteçîrok (2007)
Balgîfa Mar, Murathan Mungan, helbest, li gel Îrfan Amîda (2007)
Pûşpera Gêlazan, Mehmet Çetin, helbest (2007)
Mirin Di Xewê De Bû / Bêpar, Cuma Boynukara, şanoname, li gel Rêzan Tovjîn û Fehîm Işık (2010)
Hinar, Haydar Ergülen, Helbest (2024)
Matmayînên RonyayêLal Laleş
Helbest, 64 rûpel
Cotmeh 2025