Kazandıran Nisan Kampanyası
Menü
Hesabım
Sepetim

Odeyek Ji Bo Xwe

Üretici Liste Fiyat
130,00
88,40
Yorum Yap
Listeye Ekle
Genellikle 9-10 gün içinde temin edilir.
Öne Çıkan Bilgiler

Yek ji metnên herî girîng û naskirî ji lîteratûra jinê *Odeyek ji bo Xwe* êdî bi kurdî ye.

Virginia Woolf di vê ceribana berfirehkirî de, ya ku ji du axaftinên wê yên sala 1928an li kolejên xwendekarên jin ên Girton û Newnhamê pêk tê, dibêje jin bêyî pere û odeyeke ji bo xwe, bêyî serbestiyê nikarin afirînerî û dehaya zihnî li gor dilê xwe bidin der. Wek palpiştiya vê fikra xwe, karaktereke xeyalî diafirîne, gelo xwişkeke Shakespeare a xwedî qabiliyet hebûya, serpêhatiya wê ê çi bûya? Woolf, ji berê heta roja xwe şert û derfetên herdu zayendan û tesîra vê yekê ya li ser nivîsînê nîşan dide, raberî me dike bê serdestî, şîret û piçûkxistinên mêran çawa wextekî nivîsîna jinan qutifandiye. Temsîla jinan a di edebiyatê de û rewşa wan a

Odeyek Ji Bo Xwe Hakkında Bilgiler
Yayınevi : Avesta Yayınları
Yazar : Virginia Woolf
Barkod : 9786257253307
Boyut : 13x19
Sayfa Sayısı : 128
Cilt Tipi : Ciltsiz
Kağıt Cinsi : 2. Hamur
Basım Yılı : 2021
Çevirmen : Aynur Kaş
Cep Boy : Hayır

Tükendi

Gelince Haber Ver

Yek ji metnên herî girîng û naskirî ji lîteratûra jinê *Odeyek ji bo Xwe* êdî bi kurdî ye.

Virginia Woolf di vê ceribana berfirehkirî de, ya ku ji du axaftinên wê yên sala 1928an li kolejên xwendekarên jin ên Girton û Newnhamê pêk tê, dibêje jin bêyî pere û odeyeke ji bo xwe, bêyî serbestiyê nikarin afirînerî û dehaya zihnî li gor dilê xwe bidin der. Wek palpiştiya vê fikra xwe, karaktereke xeyalî diafirîne, gelo xwişkeke Shakespeare a xwedî qabiliyet hebûya, serpêhatiya wê ê çi bûya? Woolf, ji berê heta roja xwe şert û derfetên herdu zayendan û tesîra vê yekê ya li ser nivîsînê nîşan dide, raberî me dike bê serdestî, şîret û piçûkxistinên mêran çawa wextekî nivîsîna jinan qutifandiye. Temsîla jinan a di edebiyatê de û rewşa wan a jiyana rastî berawird dike, ji yên mirî ta yên sax ên serdema xwe, çav û hişê xwe li berhemên mêran, ên jinan digerîne. Bêyî navê hînkeriyê, bi rêya romannûsa xeyalî Mary Carmichael, çirayekê pêdixe û jinên dil hene binivîsin gav bi gav ber bi hunera nivîsînê ve dibe, nivîsîneke ji qehr û keser û gazin û hêrsa sedan salan şûştî, ya li ser her mijarê û bê texsîr. Wek asteke kemilî û berz, qala hişê duzayend dike û dema vê barana fikran dibarîne, me jî li keştiyekê siwar dike û di nav bi dehan nav û rûyan, deng û peyvan de dibe rêwîtiyekê.

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.