Menü
Hesabım
Sepetim

Risteme Zal

Üretici Liste Fiyat
380,00
250,80
Yorum Yap
Listeye Ekle
5 Adet Stokta
Öne Çıkan Bilgiler

Mîtolojî, xîmê dîroka miletan e. Dema behsa mîtolojiya Kurdî bibe ewil çîrokên Ristemê Zal tên bîra meriv.
Ristemê Zal, tê bawerkirin ku ji giregirên Eşkaniyan qehremanek bûye. Paşê di nav destanên Îranî de hin taybetmendiyên mîtolojîk hatine spartin bi bal wî. Ew her dem alîgirê qenciyê ye, li hember dêw û bedkaran her şer û ceng kiriye û bi ser ketiye. Di edebiyata Îranê ya piştî Îslamê de, herweha di edebiyata dîwanî û tesewûfî de jî ew lehengek&i

Risteme Zal Hakkında Bilgiler
Türü : Öykü
Kapak : Ciltsiz
Sayfa Sayısı : 392
ISBN : 9786256605633
Basım Yılı : 2025
Kağıt Tipi : 2. Hamur

Tükendi

Gelince Haber Ver

Mîtolojî, xîmê dîroka miletan e. Dema behsa mîtolojiya Kurdî bibe ewil çîrokên Ristemê Zal tên bîra meriv.
Ristemê Zal, tê bawerkirin ku ji giregirên Eşkaniyan qehremanek bûye. Paşê di nav destanên Îranî de hin taybetmendiyên mîtolojîk hatine spartin bi bal wî. Ew her dem alîgirê qenciyê ye, li hember dêw û bedkaran her şer û ceng kiriye û bi ser ketiye. Di edebiyata Îranê ya piştî Îslamê de, herweha di edebiyata dîwanî û tesewûfî de jî ew lehengekî pir bibandor e. Navê wî, remz û nîşana pêlewaniyê ye. Di edebiyata Kurdî ya zargotinî de jî Ristem, zîrweya pêlewaniyê ye.
Xurşîd Mîrzengî jî di biçûkiya xwe de ji malbat û cîranên xwe 3 çîrokên Ristemê Zal guhdarî kirine, ta mezinbûna xwe jî di bîra wî de mane. Rojekê li Parîsê ew û dostekî xwe li ser mîtolojiyê qise dikin. Xurşîd behsa çîrokên Ristem û zarokiya xwe dike. Dostê wî dibêje: “Te nivîsîne?”
Ev pirs, dibe sedem ku Xurşîd bi pey çîrokên Ristem bikeve. Ewil çîrokên di hişê xwe de dinivîse. Paşê li Awrûpa ji civaka me ya penaber 14 çîrokan kom dike û di sala 1999an de çap dike.
Di sala 2010an de ji Awrûpa tê welêt. Piştî çend rojan mayina li Diyarbekirê, sefereke dirêj dike; ji Nisêbînê dest pê dike, diçe bajar û bajarokên wek Cizîr, Şirnex, Erûh, Sêrt, Bedlîs, Tetwan, Wan, Miks, Mûşê, Çewlig, Elezîz û vedigere Diyarbekirê. Li Mûşê, salixên çîrokbêjekî digre ku mala xwe bar kiriye Çeneqelayê. Ji Diyarbekir diçe Çeneqelayê, wî jî dibîne.
Xurşîd bi bîneke fireh, bi qasî bîst kusûr salan vê xebata xwe ya Çîrokên Mala Zalê wek 45 çîrok dikemilîne. Di warê edebî de, bêyî guherandina naveroka çîrokan, bes wan tîmar dike, uslûba vegotina wan li gor terzek modern diguherîne û dixemilîne.

 

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.