Menü
Hesabım
Sepetim

Seta Fêrîkê Ûsiv

Üretici Liste Fiyat
4.500,00
3.285,00
Yorum Yap
Listeye Ekle
Öne Çıkan Bilgiler

CILD 1- HESRETDEFTER496 rûpel

CILD 2- SÛRETSÛFÊ632 rûpel

CILD 3- ÊVARA ZIVISTANÊ672 rûpel

Seta Fêrîkê Ûsiv Hakkında Bilgiler
Türü : Kürt Edebiyatı
Kapak : Ciltsiz
Sayfa Sayısı : 1770
ISBN : 4440000002876
Basım Yılı : 2015
Kağıt Tipi : 1. Hamur

Tükendi

Gelince Haber Ver

SETA FÊRÎKÊ ÛSIV  

Hesretdefter, Cilda I
Hesretdeftera Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêr, a ku cilda pêşîn a Hemû Berhemê wî ye. Gava ku mirov çav didêre Hesretdeftera Fêrîkê Ûsiv, mirov hişmiraz li bedewiya berhemên wî dinihêre. Ev risteyên Fêrîkê Ûsiv bi dest xwe re xwendevanê xwe dikişîne nava xwe û bi me dide zanîn ku Ûsiv helbestkarekî serdema xwe ye, gerdûnî ye û ew qasî jî ji çavaniyên zimanê Kurdî bi lemelem tê.

Hezkirî tê bi lewzê xweş,
Tûmê sêfîl karrêz dike,
Û dihele bengiyê serxweş,
Tê, mirina xwe hembêz dike.

Sûretsûfê, Cilda II
Sûretsûfê, cilda II. a hemû berhemên Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêrê mezin î Kurd; helbest, kurteçîrok, laqirdî û piyesên wî bi xwe digire, yên ku wî di navbera salên 1971 û 1984`an de nivîsîne.

Hem ba, hem bende razane kûr kûr,
Lê niza`m bi çi heyr û hesreta dûr –
Vê şeva şêrîn bi heybet dizûkin
Yek seyê şeveder, yek jî dilê min.

Êvara Zivistanê, Cildê III
Êvara Zivistanê, cildê III. ê hemû berhemên Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêrê mezin î Kurd, helbestên wî (1985 – 1997) û beşek ji hemû wergerên wî yên navdar (1963 – 1997) bi xwe digire.
Bager telpê davê` esmên –
Bagerînk tev rakirî –
Ha dehbekî dike zûkîn,
Ha nolanî zar digirî,
Ha li qesela li ser ban dixe,
Dike dewî û dengî,
Ha li pencereya tam dixe
Mîna rêwîyê derengî.

Ji Weşanxaneya Lîsê, bi edîtoriya Kawa Nemir, pêngaveke mezin di warê vejandina berhemên helbestkar û wergêrekî wek Fêrîkê Ûsiv.

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.