Kazandıran Nisan Kampanyası
Menü
Hesabım
Sepetim

Sewçıra

Üretici Liste Fiyat
460,00
335,80
Yorum Yap
Listeye Ekle
1 Adet Stokta
Öne Çıkan Bilgiler

Refîq Sabir, helbestvan û şoreşgerekî Başûrê Kurdistanêye, bi tîpên Erebî û Kurmancîya Jêrî (Soranî) dinivîse. Di destpêka xortanîya xwe de, dest bi nivîsînê kiriye. Wî ne bes ew barê giran rakiriye, belku bi germî, xwe avêtiye qada xebata sîyasî jî. Ew di helbesta nû a Kurdî de helbestvanekî xwedan taqet û şîyanên bilind e. Bi dirêjîya van çil û pênc salên bûrî, wî cihekî taybet û bi hêz di qada edebîyatê de hebûye. Helbestên wî li Kurdistan

Sewçıra Hakkında Bilgiler
Yayınevi : Lis Basın Yayın
Yazar : Refiq Sabır
Barkod : 9786057535177
Boyut : 14x21
Sayfa Sayısı : 608
Cilt Tipi : Ciltsiz
Kağıt Cinsi : 2. Hamur
Basım Yılı : 2019
Cep Boy : Hayır

Tükendi

Gelince Haber Ver

Refîq Sabir, helbestvan û şoreşgerekî Başûrê Kurdistanêye, bi tîpên Erebî û Kurmancîya Jêrî (Soranî) dinivîse. Di destpêka xortanîya xwe de, dest bi nivîsînê kiriye. Wî ne bes ew barê giran rakiriye, belku bi germî, xwe avêtiye qada xebata sîyasî jî. Ew di helbesta nû a Kurdî de helbestvanekî xwedan taqet û şîyanên bilind e. Bi dirêjîya van çil û pênc salên bûrî, wî cihekî taybet û bi hêz di qada edebîyatê de hebûye. Helbestên wî li Kurdistana başûr pir di belav in û cihê wî di dilê xwendevanan de heye. Di çendîn festîvalên edebî de jî, helbest xwendine.Wî ne bes bi helbestên xwe xizmeta gelê Kurd kiriye, belku di senger û çeperên pêşmergetî û xweragirtinê de jî, xebata xwe berdewam kiriye. Ew xwedan bîr û bawerên rêncber û karkeran e.Kurd û Kurdistan, di evîna wî a mezin de, du armancên here pîroz in. Ji alîyekî li dij faşîyên Îraqê û ji alîyê din jî, li dij axa û şêxan, rewiştên kevn û feodalîyê bizav kiriye. Ji lew re cihê wî ê dirust, nav rêzên komunîstan bû. Vê çendê rê li bawerîyên wî ên netewî negirtiye, çinku ew Kurd e û sitema li ser miletî, dilê wî diguvêşe û birînên wî kûr dike. Ew bi destekî qelemê digire û bi destê din jî, tivingê radike. Tevayîya salên xortanîya xwe, dide xebatê û çendîn salan jî, li çîya û şikeftên Kurdistanê dibûrîne. Ew jiber rewşa aloza Kurdistanê û cudabûna bîr û bawerîyan, nemaze giriftarîyên şerê birakujîyê, xaça xwe hildigire û ber bi derveyî welatî diçe û heta niha jî, jîyana derbederîyê didomîne,lê Kurdistan û gelê bêxwedî, di dil û mejîyê wî de ne.

Hemî dîwanên helbestkarê Kurd ê hêja Refîq Sabir bi navê Şewçira ji alîyê Weşanxaneya Lîsê ve bi tîpên Latînî hat weşandin. Ev berhem ji dîwanên Ewînname (2017), Xewnêkî Walla (2014), Le jiyan Dirêjtir (2006), Rûnbûnewe (2001), Jiwanî Rûnakî (1997), Awîne û Sîber (1996), Werzeberdîne (1992), Karwansera (1990), Lawkî Hellebce (1989), Werzî Sehollbendan (1987), Sûtan Le Ber Baran Da (1985), Rêjne (1979) û Pişkokan Degeşênewe (1976) pêk hatiye. Xelîl Dihokî ku tîpguhêzîya dîwan ji kiriye, pêşgotineke têr û tije û dirêj bi Kurmancî ji bo vê berhemê nivîsîye. Ev berhem dê ji bo Kurmancên ku dixwazin helbesta bi zaravayê Soranî ji nêzîktir ve nas bike û sûdê jê wergire bibe çavkanîyeke hêja.

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.