Bere^ du c¸i^roke^n Murad Dildar “Qesra Spi^” u^ “Dara Se^ve^” her yeke^ weki^ kite^b u^ bi resim hatibu^n c¸apkirin, ve^ga ew herdu ji^ di nave^ de hes¸t c¸i^roke^n wi^ bi hev re c¸ap dibin. Di ta’ma c¸i^roke^n bere^ de, bo pic¸u^k u^ mezinan; de^ u^ bav dikarin bo qi^z u^ lawan, kec¸ u^ kur ji^ bo de^ u^ bavan, kal u^ pi^ran bixwi^nin. Kerem bikin s¸evbuhe^rke^!
“Eger hu^n di s¸eve^n sayi^ de sere^ xwe bilind bikin u^ li ezman bine^rin, hu^n e^ bi hezaran ste^rke^n birqok bibi^nin. Ere^ em dibe^jin bi hezaran e; le^ tu kes hejmara wan nizane. Ev ste^rke^n rews¸en, di nav fezaya be^ dawi^ u^ be^ si^nor de, cihe^n xwe girtine u^ roniyeke ges¸ li dora xwe belav dikin. Di s¸eve^n tari^ de wek qendi^
Tükendi
Gelince Haber VerBerê du çîrokên Murad Dildar “Qesra Spî” û “Dara Sêvê” her yekê wekî kitêb û bi resim hatibûn çapkirin, vêga ew herdu jî di navê de heşt çîrokên wî bi hev re çap dibin. Di ta’ma çîrokên berê de, bo piçûk û mezinan; dê û bav dikarin bo qîz û lawan, keç û kur jî bo dê û bavan, kal û pîran bixwînin. Kerem bikin şevbuhêrkê!
“Eger hûn di şevên sayî de serê xwe bilind bikin û li ezman binêrin, hûn ê bi hezaran stêrkên birqok bibînin. Erê em dibêjin bi hezaran e; lê tu kes hejmara wan nizane. Ev stêrkên rewşen, di nav fezaya bê dawî û bê sînor de, cihên xwe girtine û roniyeke geş li dora xwe belav dikin. Di şevên tarî de wek qendîlên spî diçirisin û bi roniya xwe fezayê dixemilînin. Weke ku bi hezaran xarên zîvîn ji tûrikek rijiyabin û li derdorê belav bibin, li her çar aliyê fezayê cih girtine. Erê bi hezaran bûn; lê ev stêrkên geş ji berê ve ne li cem hev bûn. Kom û komikên piçûk ava kiribûn û her stêrk di nav komekê de dijiya. Ji bo çi ji hev veqetiyabûn, çima kom ava kiribûn û ji hev dûr ketibûn tu kesî nizanibû. Stêrkên geş jî sedema vê veqetandinê ji bîr kiribûn û bi hezaran salan di nav vê rewşê de jiyana xwe didomandin.”