Kazandıran Nisan Kampanyası
Menü
Hesabım
Sepetim

Xewna Ave

Üretici Liste Fiyat
40,00
29,20
Yorum Yap
Listeye Ekle
7 Adet Stokta
Öne Çıkan Bilgiler

Sedsala bistan şest u heft sali bu. Sorgula ciwanen dinyaye li ber vebune bu. Zivistane berfa xwe ya mayi dişuşt. werza mirine rebi bu. Berfinen ber talden buhare tas bi tas tava roje vedixwarin. Newrozan bi geliyan berfemotk çedikirin; bi kurnen benavi ji kulilken tehni ra dişandin. we sale, dema rezbirına li Gomayıge jiyane dest pe kir. Gomayıg gundeki erxeni ye. Helina baye kur Amed je ve xwiyaye. Te gotin ku bere bedena vi bajare xewn u xeyalan rengin buye. Keviren we ji berfe spitir bune. Pişti hesiriye, raja zer çuye ava. Berbang xeyidiye. Demdemi buye. Tari ketiye ser kaniya jiyane. Spi reş buye. Heşin payizi... Sor pelimiye. Li zeviyen rojin şev heşin bune. Çele berfa sor bariyabu, mamosta u peyven begane ketin jiyane. Dibistana

Xewna Ave Hakkında Bilgiler
Yayınevi : Peri Yayınları
Yazar : Raif Yaman
Barkod : 9799758245092
Boyut : 11x20
Sayfa Sayısı : 140
Cilt Tipi : Ciltsiz
Kağıt Cinsi : 1. Hamur
Basım Yılı : 1998
Cep Boy : Hayır

Tükendi

Gelince Haber Ver

Sedsala bistan şest u heft sali bu. Sorgula ciwanen dinyaye li ber vebune bu. Zivistane berfa xwe ya mayi dişuşt. werza mirine rebi bu. Berfinen ber talden buhare tas bi tas tava roje vedixwarin. Newrozan bi geliyan berfemotk çedikirin; bi kurnen benavi ji kulilken tehni ra dişandin. we sale, dema rezbirına li Gomayıge jiyane dest pe kir. Gomayıg gundeki erxeni ye. Helina baye kur Amed je ve xwiyaye. Te gotin ku bere bedena vi bajare xewn u xeyalan rengin buye. Keviren we ji berfe spitir bune. Pişti hesiriye, raja zer çuye ava. Berbang xeyidiye. Demdemi buye. Tari ketiye ser kaniya jiyane. Spi reş buye. Heşin payizi... Sor pelimiye. Li zeviyen rojin şev heşin bune. Çele berfa sor bariyabu, mamosta u peyven begane ketin jiyane. Dibistana seretayi li gund qediya. Ber bi nive rezbere, ji asimane biruski agir dibariya. Xwendekaran xwe amadeyi dibistana navendi dikirin. Puke dabu ser çiyayen kurd. Şivanan hawaren be xwedi li telen tembure didan. Awazen biluri li dile zinaren ase dinivisin. Kela rezan bu gava beri u yanibun yek bi yek ji lanen xwe derketin. Pertuka çarenuse tene du peyv didan xwendin; yek duriti, yek rebiti. Lisa Karen Hotelvani u Turizma Bursaye di kemina bişavtina mejiyen ciwan da bu. Sekinoka yekem a li welate xeribiye pişta xwe dabu çiyaki şox u şeng. Paşe, rubele bajare berf u qeşaye vebu. Bi qasi berf u cemeda xwe sar bu. Bi nave koye zanine gelek gir u kaş gene. Ji van yek ji, Erzeromi ye. Pişti du salan, pertuk u lenus penuse bere xwe dan Zankoya Enqere, Fakulta Ziman-Dirok u Ernigariye beşa Wejaniya Frengi. Tewş negotine; zanin, çawa di pertuke da disekine, di meji da nasenike. Li benda hilatina gelaweje, jin çend mehan çardivari bu. Deri ji der ve hatin dadan. Destan zencir, çavan çaviyen darbesti ditin. Di çar heyvi da se kilıt guherin. Guh bi firefira zebaniyan ketin xewe. Paşe disa dibistan... Gelşen zankoyı... Evınen fırarı... Çayxana çep u rast... Guftugoyen ramyari... Kaxizen finalan cara dawin yek bi yek hatin xwendin. Du ra Enqere ji ket bira biraninan. Daran per diweşandin. Hewran hesir... Payiz bu. Çilken barane bi hers li penceren tirina Stenbole didan u be can diherikin tariya şeve. Dema buhuri sed werz dabun ser hev. Pence u du hefte u çend heyşte li Navenda Çanda Mezopotamyaye di rastkirina Rewşene da buhurin. Rojek buhara dereng, taven barana avrele re nedidan hev. Famila me ya zanine li hev civiyabu. Ji bo birevebirine heft kes hatin hilbijartin. Heyşt şev u roj di karkeriya Enstituya Kurdi ya Stenbole da yek bun. Jin bo Zend zenditir be u li nave xwe be, demek li hoda gerinendetiya gişti, berpirsiyariya nivisaran u rastkirine ket kewna xwe. Bi her zimani nivisandin u xwendin xweş e. Le, penusa dil gotinen maderi baştirdiçine ser kaxize. Rast gotine, welate penuse zimane we ye. ware zarbengiyan bi himen ji tip, Peyn u hevokan ava buye. Di nav me da ji,azadi peyveke bi nav u deng e. Çima ku tune ye. Partek ciwani bi ava temen da çu. Meriv xwe neapine çetir e; heta siwaren baye kur pertuka şivantiya keseki ya li ser kesen din neşewitinin, xweliya we berba nekin, bindesti`ye bi nav u rengen cihe serdestiya xwe b`ajo.

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.