Kazandıran Mayıs İndirimleri Kampanyası
Menü
Hesabım
Sepetim

Yar u Mirad I

Üretici Liste Fiyat
80,00
58,40
Yorum Yap
Listeye Ekle
Genellikle 5-6 gün içinde temin edilir.
Öne Çıkan Bilgiler

Besra Xanim, derbasî ber pacê bibû, lêbelê ji xwe jî dûr û dûr... Te digot qey ne li mêvanxanê ye. Bi hesret bû, ji nişka va Ferzende Beg hatibû bîra wê û barê wê giran kiribû. Demsal zivistan û lê kiribû baran dibarî. Ger ku li derva bibare qey di hundir da nabare?.. Helbet, dibare. Dibare, lê hem jî bi xişim û xezeb lê dike û dibare. Tu dua bike û bibêje Xwedêyo, bila berê xwe nede Besrayê. Besra Xanim, guneh e. Bila di ser wê da negire û nebare. Di wê baranê da ka çi nîne, &c

Yar u Mirad I Hakkında Bilgiler
Ciltsiz :

Tükendi

Gelince Haber Ver

Besra Xanim, derbasî ber pacê bibû, lêbelê ji xwe jî dûr û dûr... Te digot qey ne li mêvanxanê ye. Bi hesret bû, ji nişka va Ferzende Beg hatibû bîra wê û barê wê giran kiribû. Demsal zivistan û lê kiribû baran dibarî. Ger ku li derva bibare qey di hundir da nabare?.. Helbet, dibare. Dibare, lê hem jî bi xişim û xezeb lê dike û dibare. Tu dua bike û bibêje Xwedêyo, bila berê xwe nede Besrayê. Besra Xanim, guneh e. Bila di ser wê da negire û nebare. Di wê baranê da ka çi nîne, çi?.. Tê da hesret, tê da xemgînî, tê da evîn, tê da êş û êşdarî, tê da hêsirên çavan, tê da hawar û gazî û ji xwe ra êdî lê zêde bike, bibêje û bibêje. Xemgîn bû, Besra. Xemginîya wê li wê bibû ba û bahoz û dabû ber xwe. Qisawetên wê li wê giran bibûn. Di hestê xwe da birîndar bû, Besra. Bêhn lê çikîyayî û tê da reng û rû nemabû. Kişîyabû eyarê xwe, bêdeng û bêseda bû. Xemgîn bû, Besra. Xemginî nîne bi merîyan nede gotin. Nedikarî rabibe ser pîyan û wê derdê xwe ji her kesî ra bibêje. Jê ra derfet û îmkan nebû. A jiber wê yekê jî wê, di dilê xwe da got û got.

T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.